Ji bo hevdîtina li gel Rêber Ocalan serlêdan hate kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê ku 40 mehin agahî jê nayê wergirtin parêzeran serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.

Hêjayî gotinêye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 salin di girtîgeha Îmraliyê tê girtin, 39 meh zêdetirin bi ti awayî agahî nayê girtin. Tevî heftiyê du caran malbat û parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin jî, lê bi hincetên cuda yên weke ‘cezayê disiplînê’ hevdîtin têne astengkirin.