Ji hilbijartinên Serokkomariya Îranê namzetek xwe vekişand

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir ragihand ku namzetê muxafazakar ê tund Emîr Huseyîn Gazîzadeh Haşemî ragihand ku xwe ji hilbijartinên Serokkomariya Îranê vekişandiye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ku roja Pêncşemê hate ragihandin, Haşimî yê 53 salî roja Çarşemê ji Wezareta Karên Hundir re ragihand ku xwe ji namzetiyê vekişandiye.

Haşimî ku alîkarê Serokkomarê berê Îbrahîm Reîsî bû, bêyî ku piştgiriyê bide namzetekî, kampanya xwe bi dawî kir.