Şoreşgerên bi destê Barzanî hatîn qetilkirin: Seîd Alçi û Dr. Şivan

BINAR HÎDAYET

Li ser qetilkirina Dr. Şivan û hevrêyên wî ji aliyê Mistefa Barzanî re nîv sedsalek derbaz dibe, lê hîna di hizir û dîroka gelê Kurd de nav û dengê wan weke şoreşger û bi destê Barzanî hatîn qetilkirin maye ku Dr. Şivan û rêhevalên wî li beramberî destpêkeke nû ya şoreşê hatin windakirin.

Di 26’ê Mijdara sala 1971’an de li Gelale Seîd Kirmizitoprak bi nasnav Dr. Şivan, Seîd Alçi Hesen bi nasnav Birusk, Hîkmet Buluttekîn bi nasnav Çeko, Mihemed Bego û Ebdul Letîf Savaş hatin gulebarankirin û heta niha jî gorên wan nediyare.

Di destpêka sala 1971’an de komek şoreşgerên Bakur ji bo destpêkirina şoreşekê têne Başûrê Kurdistanê. Di wê demê jî weke niha PDK’ê têkiliyên xwe yên dostanî li gel dewleta Tirk a dagirker hebûn. Li ser fermana Osmaniyan divê Şivan û hevrêyên wî werin kuştin da ku ti şoreşek weke ya Bakurê Kurdistanê neyê destpêkirin. Li ser vê yekê li Gelale bi fermana Mela Mistefa Barzanî, Dr. Şivan û hevrêyên wî hatin gulebarankirin û piştre wêneyên cenazeyên wan hatin girtin û ji dewleta Tırk a dagirker re hatin şandin.

Armanca Dr. Şivan û Seîd Alçi çibû?

Tevgera rizgarxwaziya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di gelek helweşîn û daketinê re derbas bûye. Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur bi pêşengiya Seîd Alçi, Dr. Şivan û hevalên wan ji bo hişyarkirina welatiyên van herêman li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xak û herêmên Bakurê Kurdistanê û ji bo birêxistinkirina welatiyên Bakur bi çalakiyên çekdarî li dijî mîr û cerdevanên ku alîkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, dixwest şoreşa çekdarî pêk bîne. Li aliyê din partiya Alçi û Dr. Şivan dixwest fikrên çepên sosyalîst pêşbixe. Ev armanc bû sedem ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî xwe di xeteriyê de hîs bike. Ji ber ku li gel sosyalîstan PDK li Başûr li aliyekê xizmeta dewleta Tirk dikir û li aliyê din jî Îran, Rusya û Emerîkayê dikir. Ji bo wê yekê Seîd Alçi qetilkirin û tometa wê jî xistin stûyê Dr. Şivan de, wiha belavkirin ku Dr. Şivan Seîd Alçi qetilkiriye.

Ev yek li ser Şivan û hevalên wî derewek serdemî bû. Ji ber ku di rojnameya Huriyet ya Tirkan de wê demê nûçeyek hate belavkirin û wiha hate nivîsîn: “Barzanî 5 Tirkan darve kir.” Musa Enter dema bîranînên xwe dibêje qala vê buyerê dike û wiha dibêje: “Piştî qetilkirina Dr. Şivan û hevalên wî, Mela Mistefa MÎT a Tirk vexwend Gelaleyê ji bo termên şoreşgeran nîşan bide.”

Hatina Seîd Alçi û Dr. Şivan ji bo Başûrê Kurdistanê

Bi hatina Başûrê Kurdistanê ya Seîd Alçi, Dr. Şivan û hevalên wan re, PDK’ê ragihand ku di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur de pirsgirêk hene û ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatine Başûrê Kurdistanê. Lê berevajî vê propagandayê PDK’ê di 12’ê Adara 1971’ê de li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk anî û di encama derbeyê de hemû xebatên siyasî, partî û sivîl hatin qedexekirin, bi sedan siyasetmedarên çepgir “sosyalîst” hatin girtin û avêtin zindanan. Seîd Alçi, Dr. Şivan û hevalên wî ji Bakur berê xwe didin Başûrê Kurdistanê ji bo destpêkirina şoreşek nû li dijî darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê hatî kirin. Barzanî ji vê rewşê agahdar dibe û ji bo pêkanîna armancê lijneyek ya terorkirinê hate avakirin.

Qetilkirina Seîd Alçi û Dr. Şivan

Partî û Barzanî rastiya partiyeke din a siyasî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê qebûl nedikir ku kombûna hejmareke zêde ya alîgiran wê bangewaziya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê bifetisanda. Barzanî ji bo qetilkirin û tûnekirina Seîd Alçi lijneyek ava dike û li bajarokê Zaxo piştî ji Musilê ji bo hevdîtina li gel hevalên xwe vedigere, ji aliyê PDK’ê ve tê qetilkirin. Barzanî li Gelale dide pey Seîd Kirmizitoprak bi nasnav Dr. Şivan, Hesen Ekmî, bi nasnav Brusk, Hîkmet Buluttekîn bi nasnav Çeko, Mihemed Bego û Ebdul Letîf, li gel gihiştinê ji bo çend heftiyan dixin zîndanê. Piştre li pêş çavê kadroyên PDK’ê li Gelale tên gulebarankirin û cenazeyên wan tên veşartin.

Serokê wê demê yê PDK’ê Mihemed Elî Yunis qala buyerê dike û dibêje: “Dema Dr. Şivan û hevalên wî ji aliyê Barzanî ve hatin gulebaran din, em ewqa pê dilnexweşbûn me dest bi girî kir. Lê desthilata Mela Mistefa nebû.

Piştî nîv sedsalek hîna kuştin û teror berdewame

Li ser qetilkirina Seîd Alçi, Dr. Şivan û hevalên wî re nîv sedsal derbaz dibe. Dîrok pişt ewqas salan, niha di qada siyaseta Herêma Kurdistanê xwe dubare dike. Dron û leşkerên dewleta Tirk anîna ser xaka pîroz a Kurdistanê, pêşeng û şoreşgerên Bakur, Rojhilat qetilkirin, çêkirina herêmeke ku ji aliyê PDK’ê ve bi çek û terorê tê serdestkirin, bûye rûtîn û karê rojane. Wek Şivan û Alçi siyaseta PDK’ê ya kuştina her kesî bi hincetên cuda nayê qebûl kirin. Girtina rojnamevan û pêşengan bi tometên PKK’ê tekane çeka malbata Barzanî ya ji bo xwe li ser lingan girtin û xizmeta dewleta Tirk a dagirker kirinê ye.

(fk)