Çi di çenteya Erdogan ya serdana Bexda û Hewlêrê de heye?

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 12 salan, biryare sibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li ser gelek mijaran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Lê di bingehê vê serdanê de yek armanc û yek plan heye ku ew jî berdewamiya dagirkerî, kiryarên terorîstî yên artêş û dezgeha îstixbarata wê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Di heyama du mehên borî de rayedarên Iraqî û Tirkiyê reşnivîsa çendîn lihevkirinan amade kirin ku di serdana Erdogan de bên îmzekirin. Di van lihevkirinan de mijarên sereke ewlekarî, leşkerî, abor, siyasî û bazirganî ne.

Tevî ku serdana Erdogan bi navê pêşxistina peywendiyên Iraq û Tirkiyê tê binavkirin jî lê di esasê xwe de li ser mijarên leşkerî ye. Erdogan dixwaze di du waran de Iraq û Herêma Kurdistanê bi berjewendiyên xwe ve gire bide.

Erdogan dixwaze hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê tevlî şerê li dijî gerîlayên PKKê bike û şer bi wan bide kirin. Di heman demê de dixwaze destûr û derfet çêbibe ku li Iraqê zêdetir baregeh û nuqteyên leşkerî li Iraqê ava bike.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî hefteya borî di dîdarekê de li Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî got; “Iraqê soz nedaye Tirkiyê ku beşdarî tu operasyonekê bibe. Belkû tenê li gorî berjewendiyên hevpar di warê ewlehiyê de bi hev re hemahengiyê bikin.”

Rayedarên Îraqî heta niha eşkere nekirine ku ewê beşdarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Herêma Kurdistanê bibin yan na. Lewma serdana Erdogan ya sibe wê raya fermî ya Iraqê eşkere bike. Eger Îraq bikeve xefika Erdogan, wê rewşa Iraqê aloztir bibe û dê Kurd bikevin bin metirsiyeke mezin.

Armanca din ya serdana Erdogan jî ewe ku Herêma Kurdistanê, bi gotineke din, hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê tevlî şer bike û beşdarî êrişeke li dijî PKK’ê bike. Lê tevî ku PDK bi salane ketiye xefika dewleta Tirk. Lê vê carê rewş cuda ye û Erdogan dixwaze vî şerî li dijî PKK’ê bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê bide kirin.

Her çendî ku sernavê êrişên Tirkiyê şerê li dijî PKKê ye jî, lê planên dewleta Tirk yên demdirêj ewin ku li gor nexşeya “mîsaqî mîllîî” Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd tune bike.

Dewleta Tirk ji vê dagirkeriyê û nexşerêyê re hinceteke nerewa dît ku ew jî “herêma aram”e ku Erdogan dibêje ew dixwazin hêzên Kurdî li ser sînor nemînin. Lê di rastiya xwe de dewleta Tirk ne li ser sînor û ne jî li hindirê Kurdistanê naxwaze tiştek bi navê Kurd, PKK, Şervan û Pêşmerge hebin.

Plana Erdogan ya ji serdana Iraqê di meha borî de eşkere bû; dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê duqat kirin ku roj hene 10-15 caran êrişî xaka Herêma Kurdistanê dike.

Weke kevneşopiyeke siyasî, cîrantî û rêzgirtina ji serweriya Iraqê re jî ba, diviyabû dewleta Tirk beriya serdanê demeke kin û heta vegere welatê xwe êrişî Iraqê nekiriba. Lê Erdogan bi van êriş û bombebaranên bênavber û bêsînor dixwaze ji Iraqê re bibêje ku tu hurmeta min ji serweriya te re nîne û Iraqê weke beşek ji xaka xwe dibîne.

Dosyayeke din ya di çanteya Erdogan de ji bo Iraqê jî mijarên bazirganî û aborî ne. Erdogan dixwaze Iraqê bike bazareke sereke û kiryarê daîmî yê kelûpelên xwe, da ku bazara Iraqê ji bindestê bazirganiya Îranê derbixe.

Herwiha dixwaze Iraqê bi çend lihevkirinên aborî bi xwe ve girêbide da ku Iraq teslîmî daxwazên Tirkiyeyê yên pêşerojê bibe.

Beriya her tiştî dewleta Tirk berdana ava çemên Dîcle û Firatê bi alîkariya Iraqê ya di operasyonên xwe yên dagirkeriyê ve girêdide. Herwiha qebûlkirina projeya “Rêya Geşepêdanê” ji aliyê Iraqê û peymanên aborî û bazirganiyê yên ku dewleta Tirk ji Bexdayê re pêşniyar kiribû.

Hinek şarezayên siyasî yên Iraqê jî dibêjin, serdana Erdogan bo Iraqê ji bilî şer, tu xêrekê ji bo Iraqiyan nake, belkû ev serdan tenê ferzkirina siyaset û berjewendiyên Tirkiyê li ser Iraqê ye.

(wd)