Wezîrê Parastinê û Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê li Bexdayê ne!

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Fermandarê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak jî serdana Iraqê kirin.

Li gorî medya Iraqê Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Fermandarê Artêşa Tirk Metîn Gurak serdana Iraqê kirine û gihiştine Bexdayê.

Derbarê sedema serdanê de ti agahî nehatine parvekirin. Lê di demên dawî de trafîka serdana rayedarên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo Iraq û Hewlêrê zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22’yê Çileya 2024’an de serdana Iraqê kiribû, Kalin tevî serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqê re civiya bû.

Piştre Îbrahîm Kalin serdana Hewlêrê kiribû û di 28’ê Çileyê de bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiya bû.