ROJEVA 25.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Wê ji aliyê Federasyona Rojnamevanan û Nivîskarên Serbixwe (Ronus) ve bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî panelek li otel Ramada ya li Silêmaniyê bide. (14:00)

184 rojin ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Berxwedana gerîlayên azadiyê.

Melayên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dewleta Tirk de gotin; “Ji ber êriş û bombebarana dewleta Tirk daristanên me dişewitin, divê Hikumeta Herêmê rê li êrişan bigire.”

Goma Fêlaw a li Balekayetî tevî ciwanî û balkêşiya xwe bala geştiyaran dikêşe ser xwe, lê ji ber neparastina jîngehê û çavdêrînekirina gola Fêlaw, wisan bûye ku jîngeha golê xira bibe, derdora wê tije bûye ji çop û bermahiyan. Şînatiya derdora golê jî sal bi sal kêmtir dibe.

Çalakvanên siyasî ragihandin ku armanca serdana Erdogan ya ji bo Iraqê, berdewamkirin û berfirehkirina êriş û dagirkeriyê ye û wiha gotin: “Sedema van pirsgirêkan û lewaziya neteweya Kurd jî ev desthilata ku rewatiya xwe ji dest daye û ji bo parastina sînor û xaka xwe tiştek nekiriye. Berpirsiyarê vê gefa niha ya Tirkiyeyê ev desthilata heyî ye.”

Îsal ji ber zêde barîna baranê, asta ava Bendava Derbendîxan di rêjeyek berbiçav de bilind bûye. Ji ber vê yekê jî li deşta Şarezûr bi sedan donim zeviyên genim ên cotyaran dibin avê de mane ku vê yekê ziyanek mezin li cotyaran kiriye.

Serokê dewleta Tirk a dagirker bi pêşkêşkirina rêya bazirganiyê ya bi Iraqê re Bexda xelat kir û Herêma Kurdistanê ceza kir. Di vê navberê de tika û daxwaza Barzaniyan a ji ceza xilasbûnê bê encam ma.