‘Heta niha Iraqê ji ber komkujiya Perexê daxwaza tazmînatê li Enqereyê nekiriye’

WISAM ZEHRUNÎ-BEXDA

Nêzî du sal di ser komkujiya ku dewleta Tirk li seyrangeha Perex ya Zaxoyê pêkanî re derbas dibe. Hikûmeta Iraqê li beramberî êriş û komkujiyên dewleta Tirk xemsar û bê helweste. Heta niha jî hikûmeta Iraqê ji ber komkujiyê daxwaza tazmînatê li dewleta Tirk nekiriye.

Roja 20’ê Tîrmeha sala 2022’yan, dewleta Tirk ya dagirker gundê Perex yê girêdayî bajarokê Derkarê yê girêdayî navçeya Zaxo ku gundek yê geştiyariyê ye, topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 geştiyarên Iraqî jiyana xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn. Hemû geştiyarên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, xelkê bajarên başûr û naverasta Iraqê bûn.

Nêzî du salin di ser komkujiya Perexê re derbas dibin, lê heta niha jî Wezareta Karên Derve ya Iraqê li dadgehên navdewletî doza dayîna tazmînatê li ser dewleta Tirk nevekiriye.

Çavdêrên siyasî yên Iraqê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku heta niha jî qurbaniyên êrişa Tirkiye tazmînata xwe wernegirtine.

Endamê Komîsyona Yasayî ya Parlementoya Iraqê Arif Hemamî, diyarkir ku heta niha Iraqê ti daxwazek fermî ji bo dayîna tazmînata komkujiya Perexê pêşkêşî Enqereyê nekiriye.

عارف حەمامی

Arif Hemamî da zanîn kesên ku di êrişa li Perexê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek şehîd hatine hesibandin, li saziyên şehîdan hatine tomarkirin û hikûmet wek hemû şehîdên din ên Iraqê alîkariyên darayî bi malbatên wan re jî dike.

Di dewamê de Arif Hemamî got: “Pêwîste Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi lez tedbîrên yasayî li beramberî Enqereyê bigre û daxwaza tazmînata madî û manewî ji Tirkiye bike. Ji berku nabe em bêdeng bimînin. Bêdengî dibe sedem dewleta Tirk komkujiyên xwe yên li ser welatiyên Iraqê berdewam bike. Ev jî çi sivîl dibin, çi jî leşkerî.”

Pisporê Karûbarên Yasayî Salim Hewas jî derbarê mijarê de axivî û got: “Heta niha me tiştek fermî ji hikûmeta Iraqê nebihîstiye û nedîtiye ku li ser komkujiya Perexê li dijî Enqereyê kiribe. Di êrişa li seyrangeha Perexê de gelek kes şehîd û birîndar bibûn.”

سالم حەواس

Salim Hewaz anî ziman ku divê hikûmteta Iraqê dosyayên bi vî rengî bi awayek fermî pêşkêşî dadgehên navdewletî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike. Ev dosyayên bi vî rengî pêwîstiya wan bi demek dirêj heye. Dibe zêdetirî 3 salan dom bikin. Ji berku ev dosya pêwîstî bi gelek lêkolînan heye.”

Hewaz got: “Mafê Iraqê ye li gor yasayên navdewletî daxwaza tazmînata madî û manewî li Enqereyê bike. Ji berku di wê êrişê de bi dehan welatiyên Iraqê şehîd û birîndar bûn. Divê civaka navdewletî di vê dosyayê de bi awayek dadperwerane nêzî Iraqê bibe. Ji berku destdirêjiya Tirkiye zelale û Enqere bi xwe jî îtiraf dike ku ew êriş ji aliyê wan ve pêkhatiye.”

Şirovekarê Siyasî Kazim Hac jî da zanîn heta niha zextên siyasî dest bi ser peywendiyên derve yên Iraqê de girtine û ji bo wê jî ti tevgereke rasteqîn a Iraqê ya li dijî Enqereyê nayê dîtin. Hac got ku ev jî dibe sedem destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser Iraqê berdewam bikin.

كازم حاج

Di dewamê de Kazim Hac got: “Wezareta Karên Derve ya Iraqê dosya komkujiya Perex wek dosyayek siyasî nêz dibe. Ji ber wê jî tê dîtin ku bi beyanameyên şermezarkirinê yan jî pêşkêşkirina daxwazên nerazîbûnê razî dibe. Ev jî ne tedbîreke xweparastinê ya li dijî destdirêjiyên Tirkiye ye. Ji ber bê helwestî û bêdengiya hikûmeta Iraqê, welatî û çalakvanan bi berdewam zextan li ser hikûmeta Iraqê dikin.”

Di dawiyê de jî Kazim Hac got: “Pêwîste serokwezîr destwerdanek kesî bike, lêkolînê li ser dosya daxwazkirina tazmînata darayî ya li beramberî destdirêjiyên Tirkiye yên li ser Iraqê bike. Ev şehîdên şerên derve ne li gor hemû yasayên navdewletî mafên wan hene. Nabe dest ji mafên wan were berdan yan jî ji ber berjewendiyên siyasî û hizbî propagandayê li ser bikin.”

(kş)