Di salvegera qetilkirina Soran de, Şêrwanî hate cezakirin û Beroşkî jî hate revandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber gelek nivîs û dosyayên li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê, gelek rojnamevan û çalakvan hatine girtin, revandin û qetilkirin. Piştî 15 salan di heman roja salvegera qetilkirina Soran Mame Heme de, Girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî 4 sal cezayê girgehê lê hate birîn. Her wiha Umêd Beroşkî ku li ser vê bê mafiyê bêdeng nema û rexne li Serokê hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî kir, di heman rojê de ji aliyê PDK’ê ve hate revandin.

Soran Mihemed Ezîz bi nasnav Soranî Mame Heme di 2’ê Sibata sala 1986’an de li taxa Şurîce ya Kerkûkê ji dayîbûye. Malbata wî piştî raperîna bihara sala 1991’an de ji ber zextên rejima Baas ji Kerkûkê diçin Silêmanî û li Hamiya Silêmanî (parka Azadî ya niha) bicih dibin.

Soran qonaxên xwendina seretayî û navîn li Silêmanî temam dike. Piştî rûxîna rejima Baas malbata Soran carek din vedigere Silêmanî. Soran li Kerkûkê xwendina xwe berdewam dike. Li Kerkûkê Peymangeha Hunerên Xweşik Beşa Bihîstin û Dîtinê dixwîne, dema ku hatî qetilkirîn jî hîna dixwend.

Soran xwedî pênûsek bi cesaret û nivîsek cuda bû

Di temenek kêm de bû xwedî ezmûn û riya serhildan û nûbûnê afirand. Soran xwedî pênûsek bi cesaret û nivîsek cuda bû.

Piştî rûxîna rejima Sedam Hisên malbata Soran divegere Kerkûkê. Soran jî bi dildarî  karê peyamnêrî ji bo Rojnameya Kerkûka Îro dike. Ev rojname serbi Komeleya Rewşenbîr û Civakî ya parêzgeha Kerkûkê bû. Di heman demê de di kanala El Iraqî de wekî peyamnêrê kanalê yê Kerkûkê kardike. Herwiha peyamnêrê rojanameya heftane ya Kerkûkê (Kerkûk Glup) bû ku li Hewlêrê bi zimanê İnglîzî dihate çapkirin.

Di sala 2006’an de li Kerkûkê dibe peyamnêrê Rojnameya Kurdistan Raport. Piştre dibe berpirsê ofîsa Kurdistan Raport li Kerkûkê. Ji jimara 11 ta jimara 21’an a rojnameya Çemçemal quncikek ya wî hebû û nivîsên xwe tê de diweşand. Herwiha li Kerkûkê berpirsê Navenda Çalk bû. Li Kerkûkê Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Li sala 2006’an de peywendî bi Govara Livîn re datîne û dibe peyamnêrê govarê yê Kerkûkê. Piştre dibe berpirsê Ofîsa govara Livîn li Kerkûkê. Heya ku tê qetilkirin jî di govara Livîn de kar dikir.

Soranî Mame Heme gelek nivîs û dosya li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belav kir. Di yek ji nivîsên xwe de behsa xiyanetê dike û wiha dibêje: “Ewên ku îro xwe bi siyasî û xwediyê xebata Kurdayetî ya vê herêmê binav dikin, gelo ji xwe pirsîne tenê rojek jî xebat û serweriya wan di dîroka têkoşîna rizgarîxwaz a gelê Kurd de heye? Ji bilî Kurd kuştin, xiyanet li netewa xwe kirin, koletî û sîxurtî kirina welatên cîran.”

Çima Soran hate qetilkirin?

Her di wan salên karkirinê de Soran di nivîsek ya xwe de daxwaza derketina hevjîna Serokê Herêmê yê wê demê Mesud Barzanî dike. Di raporta xwe ya dawî de ya binavê ‘Sozaniyên Kerkûkê dagirdikin’ ku di govara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê bi şebekeyên fihuşê re eşkere dike. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.

Soran ji ber di nivîsên xwe de behsa diziyên berpirsên Kurd ên Kerkûkê dikir, gelek caran rastî gefan dihat. Du meh ji berê were qetilkirin, gefa kuştinê lê hatibû kirin. Lê Soran bêyî ku bitirse di nivîsên xwe de gendeliya berpirsan eşkere dikir.

Şeva 21’ê Tîrmeha sala 2008’an Soran Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin. Wê demê 3 çekdar bi wesayîtek BMW ya cam reş diçin li ser deriyê wî û qetil dikin.

Piştî 15 salan heman rojê Şêrwanî hate cezakirin, Beroşkî hate revandin

Li Herêma Kurdistanê gelek rojnamevanên weke Soran Mame Heme ji ber gelek nivîs û dosyayên li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belavkirine, hatine girtin, revandin û qetilkirin.

Piştî 15 salan di heman roja salvegera qetilkirina Soran Mame Heme de, Girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî ku di Tebaxa sala 2020’an de li gel 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamosta li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, duh ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di 16’ê Tîrmehê de Endamê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Kameran Sarmemî ji Rojnews’ê qala planeke ji nû ve cezakirina Şêrwan Şêrwanî kiribû û wiha gotibû: “Bi tometa ku qaşo ‘Şêrwan Şêrwanî gef li Berpirsê Girtîgehê ya Çaksaziyê xwariye’, dixwazin carek din ceza bikin. Kesê gilî kirî efserekî Hêzên Zêrevaniye ku li gorî gotinên xwe şahîd jî dîtine.”

Her wiha yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwanî hatiye birîn duh axivî û gotibû: “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî ne biriye, ev biryare biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryare li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîste em li dijî vê biryarê rawestîn û helwest nîşan bidîn.”

Piştî vê daxuyaniyê, Umêd Beroşkî duh bişev hate revandin.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd da zanîn ku duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye revandin.

Ayhan Seîd ku li ser malpera xwe peyamek belav kir got; “Çarenûsa canê Beroşkî li ser hêzên ewlekariyê yên PDK’ê ye. Ji ber ku ji aliyê wan ve bi lêdan û bê biryara dadgehê hatiye revandin.”

Beriya niha jî gelek hevpîşeyên Umêd Beroşkî ji ber ku bi nivîs û dosyayên xwe rexne li desthilatdar û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, li ser daxwaza serokên Herêma Kurdistanê hatine girtin, revandin û qetilkirin.

(fk)