Konferansa Ciwanên Şengalê hêviya heyî mezintir kir

DERWÊŞ ŞENGALÎ

Li Şengala berxwedêr 12’ê Çileyê, bi tevlîbûna nêzî 350 delege û mêhvanan, konferansa ciwanên Êzîdxanê pêkhat. Dikare bê gotin, ji her reng û dengî ciwan tevlî konferansê bûbûn. Ciwanên derfetên wan yên hatina Şengalê nebûn, bi rêya peyamên nivîskî û dîtbarî coşa konferansê parvekirin û piştgiriya xwe ya ji ciwanên şoreşger yên Êzîdxanê re ragihandin.

Biqasî coş û kelecana ciwanan a tevlîbûna konferansê, wêneyên Rêber Apo û şehîdan yên hola konferansê xemilandibûn jî rêveçûna konferansê diyar kir.

Kelecanî û dilkeniya ciwanan saetên sibehê de li cihê konferansê bi xemilandina wêneyên Rêbertî û Şehîdan re destpêkir. Ne tenê ciwanên Êzidî, ciwanên Ereb û Tirkmen jî beşdarî konferansê bûn. Ev wêneyê ku di konferansê de derket, pêkhatina fikrên Rêber Apo ya neteweya demokratîk dida nîşan. Ev coş, reng û dengê di konferansa ciwanan de xuya kir, dide nîşan ku wê sala 2024’an çiqas têr û tijî derbas bibe.

Rêber Apo bi salane, îşaret pê dike ku tevgera Apoyî tevgereke ciwan û jinan e. Dibe ev yek ji bo hinek din jî derbasdar be. Lê ev rastî di tevgera Apoyî de hem weke fikrî-pratîkî, hem jî wek cewherî û exlaqî wisaye. Tevgera Apoyî xwe li ser du çavkaniyên esasî dide rûnişkandin; Jin û ciwan. Rêber Apo û Tevgera Apoyî, hîn ji destpêka şoreşê ve gotin; ‘Me bi ciwanî destpêkir, emê bi ciwanî ser bixin’. Yê nêzî nîv sede berê niha vê gotinê gotin, dînamîzma ciwanan bû. Hêz û safîbûna ciwanan, pakbûn û paqijbûna ciwanan bû. Ji ber vê hêza herî bi tevger, hêza herî bîrdozî, hêza herî çalakger bû. Ev coş û xiroş bandora xwe li konferansa ciwanên Êzîdxanê yên şoreşger kir. Ev coş û germahî ti astengî nasnekir, germahiya xwe da hemû Êzidxanê.

Tevlîbûneke din a herî dil xweşker jî tevlîbûna berçav a jinên ciwan bû. Beşeke girîng a konferansê ji jinên ciwan pêkdihat. Dîsa beşdariya dayîkên birûmet yên Êzîdxanê, TAJÊ û jinên ciwan, hewaya konferansê guhert. Jinên ciwan ên şoreşger bi dirûşm û wêneyên Edûleyên hemdem ya Bêrîvan û Şahyayan, mohra xwe li konferansê xistin.

Di konferansê de ji Iraq û bi taybet jî ji Mûsilê beşdarbûnên ciwanên Ereb û Tirkmen hebû. Di konferansê de erk û berpirsyariyên mezin girtin ser milê xwe. Jixwe li Rojhilata Navîn, ciwanbûn bi tena serê xwe li ser sêla sor têkoşînkirine. Vekirina akademiyên wek, şehîd Xemgîn Roj, avakirina yeke û yekîneyên xwe ji fermanan biparêzin, xebatên afirînerî dixwazinin.

Ciwanan van xebatan wek erka demê hê destpêka salê xistin pêşiya xwe. Ev jî li ser moral û motîvasyona ciwanan bandorek erêî kir û hê jî wê bike. Eger mirov bi yek hevokî bikare pênaseya konferansê bike, ciwanên şoreşger yên Êzîdxanê gotin, ‘Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Şengalê ser bixin.’

Em şoreşgerê pêşeng yê Êzîdxanê fermandar Zerdeşt Şengalî di salvegera şahadeta wî de bibîrtînin û dibêjin, ‘Êzidî natirsin û wê azadiya xwe mîsoger bikin.’