Hemû peymanên girêdayî planên Erdogan hatin îmzekirin, mehkumî têkçûnê ne!-I

BÊRÎTAN ZAGROS

Iraq di îmtîhaneke krîtîk re derbas dibe. Ji dema hilweşîna rejîma Baas’ê ya Sadam heta niha jî nekariye ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve xwe kom bike. Di her hilbijartineke parlementoyê de krîzên nû yên siyasî serî hildan û nekarîn bi mehan rêveberiya welat hilbijêrin. Herî dawî Mihemed Şiya Sûdanî yê hem ji aliyê rojava ve hem jî ji aliye Îran’ê ve tê qebûlkirin hate diyarkirin. Li ser Sûdanî re jî hewl tê dayîn, rêveberiya welat bigihînin îstîqrarekê. Lê dema li aliyekî hewl didin rêveberiya welat mayînde bikin, li aliyê din Iraq’ê dikin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Yanî dikin meydana şerê Amerîka, Îsraîl, Îran û dewleta Tirk lê rû dide. Ji ber van sedeman Iraq nagihe îstîqrarekê. Ne rêveberiya tê hilbijartin dibe rêveberiyeke serbixwe û nîştîmanperwer, ne jî hêzên navnetewî û herêmî dest ji pîlanên xwe yên dagirkeriyê berdidin.

Iraq hem di warê siyasî û eskerî, hem jî weke aborî û çandî de dibin destwerdanên welatên cîran û navnetewî de ye. Tevî di gelek aliyan de welatekî xwedî dewlemendiyên mezin e û dîsa welatekî xwedî giringiyeke jeostratejîk e jî, ji ber rêveberiyeke serbixwe nîne nikare bi aqileke stratejîk û nîştîmanperwer vê binirxîne.

Li Iraqê rewşa piştî hilbijartinên herêmî

Piştî salan hikûmeta Sûdanî karî hilbijartinên herêmî yên parêzgehan bike û ev jî gavek giring bû. Lê du parêzgehên giring û stratejîk ên Iraqê hîn jî îdareya xwe ya herêmî bi temamî pêkneanîne. Bi taybet Kerkûk û paşê jî Nînowa. Ev jî ji ber destwerdanên PDK, Tirkmen û aliyên Sune ye. Jixwe beşeke giring a pêkanîna van hilbijartinan jî ji bo zelalkirina rewşa Kerkûk, Nînowa û hemû herêmên nakokî li ser hebû. Lê hîn jî parêzgerê Kerkûkê ku para Kurdan e (YNK) ne hatiye diyarkirin, qeymeqam,mûdîr nahiye û hwd ne hatine diyarkirin. Bi taybet diyarkirina qeymeqamê Şengalê û hinek deverên din ên stratejîk wekî xwe maye û wekî bombeyekê li ber teqînê ye. Di vê hilbijartinê de du aliyên bi aweyekî berçav winda kir, dewleta Tirk û PDK bû. Rast e, dewleta Tirk neket hilbijartinê lê bi rêya Tirkmen, Sune û PDK’ê kete hilbijartinê û binketineke mezin jiya. Sedem jî dagirkeriya Tirk a li Iraq’ê, nijadperestiya wê û pîlanên wê yên Osmaniyên nû ya li Iraq’ê bû. Dîsa siyaseta PDK’ê ya hevkariyê bi dagirkeran re dike, herêmê aloz dike û kêmîneyên li herêmê ji xwe re bikar tîne bû. PDK ya ku bi salan bû dest datanî ser dengên Êzidiyan winda kir. Ne li kampan ne jî ji Şengalê nekarî ti kesî bibe encûmenê. Lê bi dek û dolaban nehişt namzetê PADÊ Qasim Keşko biçe encûmena Nînovayê û li şûna endamekî xwe yê li Mûsilê derketibû, namzetê xwe yê binketî yê Şengalê piştre derbasî encûmenê kir. Lê di vê hilbjartinê de Şîe’yan rêjeyeke zêde bidest anî. Her çend beşeke vê ya zêde bi rêyên ne rewa bidest anîbe jî, lê weke hêza yekemîn li Iraq’ê derkete pêş.

PDK bi Kurdan dide windakirin

Dadgeha Federal a Iraq’ê ku dibin bandora aliyên siyasî yên nêzî Îran’ê de ye, çend biryarên giring derbarê Herêma Kurdistanê de girt û hewl da PDK’ê di warê siyasî de zêdetir tengav û biçûk bike. Ji van a sereke dayîna meaşê karmendan, dîsa destdanîna ser dahata neftê û gelek dahatên din ên Herêma Kurdistanê ye. Dîsa dosyaya firotina nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê bi temamî ji destê Kurdan girt. Ji vêya şûn ve wê ne Herêma Kurdistanê, şîrketa SOMO’yê ya Iraq’ê nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê li ser Tirkiye’yê re hinardeyê Ewropa bike. Dîsa Tirkiye bi ew peymana nû ya derbarê vekirina deriyê Ovakoy ku yekser li kêlek Herêma Kurdistanê re ser sînorê navbera Rojava û Başûr derbasê Mûsilê dibe, deriyê bazirganiyê ya Xabûr (Birahîm xelîl) bê karîger dike ango wê di bazirganiyê de jî rola Başûr lawaz bike. Herî dawî hemleyeke din li dijî PDK’ê kir, 10 kotayên pêkhateyan ji bin yekdestiya PDK’ê derxist û pêkhateyan jî ji ber siyaseta PDK’ê ya şaş ji mafê kotayê bêpar hişt. Bi vî awayî tê dîtin ku her diçe Iraq ji sîstema federal ber bi sîstemeke navendparêz ve diçe. Ev jî di encama siyaseta PDK’ê ya çewt û gendel de bûye. Ev siyaseta PDK’ê ya ne nîştîmanperwer her diçe, bi Kurdan dide windakirin. Niha ji ber vê siyaseta PDK’ê hema bêje, statûya wê dikeve asta wîlayetan. Rewşenbîrên Başûr serdana Erdogan di heman demê de weke serdaneke ji holêkirina statûya Herêma Kurdistanê jî dinirxînin. Bi taybet dosyaya nefte, peymana ‘Rêya Geşepêdanê’ û vekirina deriyê alternatîf Ovakoy.

Dixwazin binketina xwe bi şer veşêrin

Di Newroza îsal de hate dîtin ku her diçe gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên cîhanê li dora fikrên Rêber Apo û PKK’ê kom dibin û piştgiriya gel a ji bo PKK’ê ji her demê zêdetir bûye. Bi agahiya xistina balafirên SİHA yên Tirk re û dîsa bidestxistina derfetên bêbandorkirina van balafirên ku dewleta Tirk şerê xwe bi awayekî ne mirovane pê dimeşîne, serdestiya psîkolojîk a hêzê ket destê PKK’ê. Vê jî moral da gelê Kurd, piştgiriya bi têkoşînê re bihêztir kir û hişt, tifaqa PDK û AKP’ê zêdetir lawaz bibe. Eger em van faktoran hemûyan bidin berhev, îhtîmala şopandina siyaseteke zêdetir şerxwaz û agresîf mûmkin e. Dixwazin binketina xwe bi şer veşêrin û bi vê rêyê hem hilbijartinên Başûr paş bixin, hem ser binketina PDK’ê were girtin.

Lê hem PDK hem jî AKP bixwe lixwe mikûr tên ku nikarin, bêyî Iraq û di nava Iraq’ê de bêyî Şîe’yan pîlanên dagirkeriyê û têkbirina PKK’ê ser bixin. Ji ber vê ji dema hilbijartinên parêzgehan heta niha trafîkeke dîplomatîk a şer di navbera Tirkiye, Iraq û PDK’ê de heye. Erdogan ku piştî 12 salan serdana Iraq’ê kir, li gorî daxuyaniyên fermî 26 peyman anjî lihevkirin îmzekirin e. Ji vana dosyaya berdana Ava Dîcle’yê, projeya ‘Rêya Geşepêdanê’, Hinardekirina Nefta Herêma Kurdistanê, vekirina deriyê Ovakoyê û ya herî girîng jî, ‘Hevkariya Ewlekariyê’ bi gotineke din dijbertiya Kurd û hêzên wê yên azadîxwazbû. Pêşekiyên Iraq’ê av, rêya geşepêdanê û hinardekirina nefta Herêma Kurdistanêbû, pêşekiya şefê faşîst Erdogan jî tinekirina Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê PKK’ê, Şengal û dagirkirina sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê ye. Şandê pêkhatina lihevkirinên aborî û enerjiyê, girêdayî tawîzên Iraq di mijara PKK, Mexmûr û Şengalê de bide dewleta Tirk e. Eger Iraq di mijara dijbertiya Kurd û PKK’ê de gavek di berjewendiya dewleta Tirk de biavêje, wê Tirkiye di mijara av û enerjiyê de girêdayî peymanê bimîne. Lê em dizanin Iraq ne di warê siyasî de, ne di warê mezhebî de, ne jî di warê leşkerî de ne yekpareye û ji her seriyek dengek tê der. Heya niha gelek serokwezîr hatin û çûn, gelek peyman îmzekirin lê beşeke wan a zêdeyî bêy ku pêk werin, hatin guhertin. Ji ber vêya karê Sûdanî wê ewqas rehet nebe. Weke soz dide wê nekare bicîhbîne û ew jî di ferqa hêza xwe û hêza PKK’ê de ye. Lewma bi ti awayî di daxuyaniyê de yekser navê PKK’ê bilêv nekir. Nebûna yek dengiyê û yek mûxatabek li Iraq’ê şansê pêkhatina van peymanan zehmet dike. Dibe hinek gav bên avêtin, lê têkoşîna gel a li tevahî Kurdistanê wê bikare pratîkbûna van peymanan vala derbixe.

Dîsa jinan dikin hedefa êrişan

Dewleta Tirk bi rêya Tirkmenên faşîst ên ser bi Eniya Tirkmen a Iraq’ê û fermîkirina van hêzên paramîlîter di nava Heşdî Şebî û artêşa Iraq’ê de, di serî de li Kerkûk û Mûsilê, dixwaze li hemû herêmên nakokî li ser heye, bandora Tevgera Azadiya Kurdistanê û Kurdan kêm bike. Ji ber vê xwe rêxistinkirina gel û lawazxistina hemû rêxistinên ser bi Eniya Tirkmen a Iraq’ê gelekî giring e. Ji ber hemû navendên Eniya Tirkmen a Iraq’ê weke baregehên îstîxbarata Tirk û navendên nijadperestiyê li dijî destketiyên Kurdan tên rêxistkirin. Mirina Aloş ya bi balafira bêmirov eşkereye ku tirseke mezin xistiye dilê dewleta Tirk. Herçend nayê zanîn ev zilam ji aliyê kê ve hatiye kuştin jî, cara yekê di nava bajaran de çalakiyên bi rêya qada hewayî jî dide nîşan ku ev têkoşîn wê bi şêwazên cûda li her derê berbelav bibe û di sînordarkirina van tîmên kujer ên MİT’ê de roleke giring bilîze.

Sibe Beşa duyem…

(fk)