Şefê faşîst li Bexdayê cûda, li Hewlêrê cûda hate pêşwazîkirin

DERWÊŞ ŞENGALÎ

Şefê faşîst ê dijminê gelan Erdogan di siyasetê de ewqas li ser xwe ve çûbû ku êdî ti kesî hesab nedikir û cidî nedigirt. Diyar bû Erdogan di van demên dawiyê de bi şerbeta desthilatdariyê zêde serxweş dibû û çi dihate devê wî digot. Hinek jî her jêre li çepikan dixistin.

Dema Erdogan nû hate qada siyasî gelek gotinên mezin ên nepixandî dikir. Her wiha bi cîranên xwe re, bi welatên Rojhilata Navîn û Ewropa re peywendiyek ava dikir. Bi vêya jî pesnê xwe dida.

Karker, kedkar, jin, zarok, teqewit û hema hema ti kes nemabû ku li gorî berjewendiyên xwe bikar nedianî û neke mijara bazariyê. Ne sîmsarê Qeyserî ne jî yên Çorûmê nekarîne wek Erdogan sîmsartiyek şareza bikin. Lê emel li gorî gotin neçû, eger gotin di cih de be ‘kûm ket û keçeliya wî xuyabû’. Ji ber vêya derveyî çend mirovên xwefiroş ên qirêj, welat firoş ti kes li derdora Erdogan nema.

Têkoşîn û berxwedana azadiyê hişt ku pozê Erdogan li erdê were xistin. Desthilata Erdogan nêzî çariyek esre li ser desthilatêye. Gerîlayên Azadiyê jî gurzên herî giran di vê demê de li desthilata wî xistin. Herî dawî di hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî Erdogan binkeft. Yê şefê faşîst binxist jî dîsa berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, şervanên heqîqetê û têkoşîna gelan bû.

Li gel van binkeftinan piştî 13 salan serdana şefê kontra yê faşîst Erdogan ya ji bo Bexdayê ne ji rêzê ne jî tesadûfîbû. Weke tê behskirin mijar ne av, ne neft ne jî bazirganîbû. Ji van mijaran wêdetir, herkes dizane mijara wî ya sereke dagirkirina Herêmên Parastina Medyayê û axên gelan bû. Ya heya niha xuya dike ewe ku şefê faşîst Erdogan û rayedarên Iraqê li ser hinek mijaran lihevkirin e. Eger ev lihevkirin li ser qirkirina civakan be, wê tikes nekare ji bin derbikeve. Ji xwe Erdogam çem û çem çûye, lê eger hikûmeta Iraqê jî nexwaze biçe, divê neyê leyîstoka dewleta Tirk a dagirker û qirker.

Şefê kontra Erdogan piştî Iraqê berê xwe da Hewlêrê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşwazîkirina Erdogan gelekî kêfxweşbûn û wekî Serokê PDK’ê pêşwazî dikirin, bextewerbûn.

Heman tişt li gel dewleta dagirker nînbû. Şandeya şefê faşîst al û sembol, sirûda Herêma Kurdistanê dîsa ji nedîtîve hat û hêjayî silav dayînê jî nedît. Ev bi xwe sosretek herî mezin e. Çi Serokê Fransayê dibe, çi yê Îtalyayê an jî welatek din dibe, dema serdana Herêma Kurdistanê kirine, rêz û îhtîram jêre girtiye. Lê ev şefê faşîst bêrêziya xwe domand.

Tevî van bêrêziyan jî, li keleha Hewlêrê ya bi nav û deng û dîrokî tişteke sosret rûda. Dîktator Erdogan, bi alên Tirkiye û anîmasyonên cûrbecûr ên li ser kelehê ve hate pêşwazîkirin. Xelk li Bexdayê bi şêwazên cûda protesto kirin û sembolên dewleta Tirk şewitandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi kir, ala wan hilda ezmanan. Yanî li cihekî ti rêz lê ne hate girtin, li cihekî din rêzdarî di asta jor de bû. Ev jî nakokiyeke pir yeman e. Tenê ev mînak bi serê xwe rastiya PDK’ê û desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê radixe berçavan. Lewma divê êdî civaka me ya Başûrê Kurdistanê rastî û sosretiya PDK’ê û nokeriya ku bi dewleta qirker ya dagirker re dike bibîne.

(fk)