Li Bexda di operasyona madeyên hişbir de zêdetirî 200 tometbar hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexda di operasyonên têkoşîna li dijî madeyên hişbir de 207 tometbar hatin binçavkirin.

Polîsê Resafe ragihand di operasyona têkoşîna li dijî madeyên hişbir de li devera Betawîn ya girêdayî parêzgeha Bexda 207 tometbar hatin binçavkirin.

Fermandarê Polîsê Resafe Lîwa Şeelan Elî Hesenawî ragihand ku di operasyona têkoşîna li dijî madeyên hişbir de li devera Betawîn ya girêdayî parêzgeha Bexda 207 tometbar hatin binçavkirin. Herwiha eşkere kir ku hêzên wan gelek çek, cûrên madeyên hişber, navendên çêkirina dermanan hatine desteserkirin.

Tê payîn ku operasyona hêzên Iraqê li devera Betawîn di çend rojên pêş de jî bidome.

(wd)