Jinên Ranya: Divê em têbikoşîn ta digihîn asta ku civak bi temamî ji me re vekirî be

RANYA-ROJNEWS

Jin dibêjin, divê êdî jin ji bo bidestxistina armancên xwe, nîşandana şiyanên xwe qet netirsin. Ev yek ji bi vebûna civakê ji wan re gengaze ku şiyanên xwe nîşan bidin û gotin; “Girînge ku jin bikeve nav cîhana kar, ji ber ku jin di warê rêveberiyê de baştir rêveberiyê dikin.”

Têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe bi sed salane didome. Di vê mijarê de jin heta radeyekê gihiştine armanca xwe. Lê dîsa jî têrê nake û gelek astengî li pêşiya xebitîna jinê û nişandana şiyanên xwe hene. Di vê derbarê de jinên Ranya jî ji bo pêşkêşkirina baştirînan ji civakê re û têkoşîna li dijî her astengiyê, bang li jinan dikin ku zêdetir bibin yek.

Jinên navçeya Ranya ya navenda Îdareya Serbixwe ya Raperînê ji ajansa me Rojnews’ê re behsa astengiyên li pêşiya xwe, têkoşîn, hewldan û şiyanên xwe dikin.

 

Jina binavê Ejîn Îsmaîl di vê derbarê de got; “Bêguman civaka me civakeke baviksalarî ye. Lêbelê, bi kêfxweşî, hêdî hêdî di nav malbatan de vebûnek heye. Ev yek dê bibe sedem ku em wek jin xebatên xwe zêdetir pêş bixin. Divê jin êdî bên derve, çi behre û şiyanên wan hebin bila netirsin û nîşan bidin. Lewra ger di dilê her jinekê de tirs hebe, wê bifetise û şiyana wê bimire. Lewma divê jin şiyanên xwe nîşan bidin û ji tiştekî netirsin.”

Her wisa Ejîn di dewamê de da zanîn ku ger em di tiştekî de bi ser nekevin, ev nayê wê wateyê ku em dev jê berdin û wiha pêde çû; Li şûna vê, divê em berdewam bikin heta ku em bigihîjin armanca xwe. Armanca me jinan ewe ku civak bi tevahî ji me jinan re vebe, da ku em karibin hemû jêhatî û hûnerên xwe nîşan bidin.”

Binay Bûrhan jî li ser heman mijarê wiha got: “Bêgûman ger jin li ser lingên xwe bisekine, ji hewcedariya kesên li dora xwe gelek çêtire. Raste ku hûn dikarin xwendina xwe biqedînin û li tu deran neyên tayînkirin lê divê em hewl bidin ku karekê xwe yê taybet bikin.”

Diwamê de Bînay da zanîn ku ji bo jinê ketina nav cîhana kar gelekî girînge. Ji ber ku jin di warê rêvebirinê de çêtirin û jin ji mêran zêdetir hûrguliyên xwe hene. Ji ber vê yekê jî divê jin bi xwe yekitiya xwe ava bikin da ku karibin tiştên pir baş pêşkêşî civakê bikin.

Di dawiyê de Bînay Bûrhan got; “Her çend civaka me ji ber hin karan ji jinan re girtî be jî, dibe ku gelek caran jin rastî rexne û astengiyan jî  were; lê divê guh nedin tu kesî û li malê nerûnin. Li şûna wê, derkevin û serbixwe kar bikin, nesekinin û bi israr bin.”

(wd)