Hêviya jinan bi hikumetê nemaye, bi xwe hewl didin derfetên kar ava bikin

ÇEMÇEMAL/ROJNEWS

Jinên ciwan ên li Çemçemalê, diyarkirin ku tevî wana zanîngeh qedandiye lê bi salane nehatine tayîn kirin û gotin; “Ti hêviyek ji hikumetê nîne, em dixwazin bi xwe derfetên kar ava bikin û bibin xwedî kar.”

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, di salên dawî de di warê karkirina jinan de pêngavên girîng hatine avêtin. Jin li gorî berê bi xwe karê xwe dikin, hewl didin derfetên kar ava bikin. Ji ber ku jin ti hêviyek wan ji hikumetê nîne ku wana tayîn bikin û di pîşeyên xwe de kar bikin, ketine nava liv û tevgerê. Ji bo vê jî jin hewl didin bi xwe karê xwe ava bikin. Derbarê mijarê de jinên ciwan yên navçeya Çemçemal ji ajansa me re axivîn.

Jina ciwan ya bi navê Gona Haşim ji beşa Teknolojiyê mezûn bûye û tevlî dewreya perwerdeyê ya dirûtinê bûye. Gona Haşim got; “Armanca min ya tevlîbûna vê dewreya perwerdeyê, dixwazim di dema bê de feydeyê jê bibînim û bi xwe karê xwe bikim. Ez bang li hemû ciwanan dikim, bi xwe hewldanê bikin, ji ber ku nabe li mal rûnîn û li benda tayînkirina hikumetê bîn, ji ber ev astengiyek mezine.”

Jina ciwan ya bi navê Sîvan Ehmed jî ku zanîngehê qedandiye û nehatiye tayîn kirin got; “Tevî 6 salin min zanîngeh qedandiye, lê hikumetê weke her carê me paşguh xistiye û tayîn nekiriye, niha ji bo debarê hewla karkirinê didim. Pêwîstiya min bi kar heye, ji bo vê jî hatim dewreya perwerdeya dirûtina cil û bergan. Tevî di serdema vîrûsa Koronayê de, me weke xwebexş li nexweşxaneyan kar dikir, lê nehatîn tayînkirin. Ji bo vêjî min biryar da ji bo debara jiyana xwe karek serbixwe bikim.”