YPJ: Hevrêya me Delîla Cûdî di encama qezayekê de şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Delîla Cûdî (Zozan Kartal) 13’yê Hezîranê di encama qezayekê de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyan Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervaneke xwe ragihand.

Hate diyarkirin ku şervana wan Delîla Cûdî di 13’yê Hezîranê di encama qezayekê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata wê gelê Silopiyê re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şervana me Zozan Kartal bi nasnav Delîla Cûdî, di 2002’yan de li bajarê berxwedanê Silopiyê hate cîhanê û di malbateke welatparêz, bi çand û kevneşopa welatperwer û kurdewar mezin bû. Hevrêya me Delîla Cûdî xwendekara dibistana navîn bû ku pêla êrişên tunekirinê li dijî gelê Kurd û şoreşa Rojava dijwartir bû. Wê jî wek bi hezaran ciwanên têkoşer li beramberî polîtîkayên qirker û êrişkar bû xwedî helwest.

Hevrêya me Delîla Cûdî di sala 2014’an dema ku bajarê berxwedanê Kobanê bi tevahî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê dorpêç bibû û gefên tunebûnê li Kurdan dihate xwarin, berê xwe da şoreşê. Wê ji kêliya ku bû şervana şoreşê heya kêliya dawî ya jîna xwe ji bo parastina şoreşê têkoşîn meşand. Di hemleya azadkirina Reqa de bi wêrekiyeke mezin tev li bû. Wê jî di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de şopa xwe ji dîrokê re hişt.

Şehîd Delîla Cûdî bi ciwanî tev lê bû û ruhê xwe yê ciwan jî tim parast. Lewma di jiyanê de bi coş, heyecan û enerjiya xwe ya bilind bandor kir. Xwe di qada leşkerî de pêşxist û wek jinekê jî tim dixwest kesayeta xwe xurt û vîndar bike. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku zarokên welatê wê di nav aramî de bijîn. Ji bo bigihîje vê xeyalê jî diviya şer bike û têkoşîna xwe bilind bike. Rêhevala me Delîla Cûdî temenê xwe bi xweşikî, dilpakî û rêhevaltî dagirt.

Em wek Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û hevrêyên wê, em ê tim girêdayî armanc û xeyalên şehîdan bin û dê tim bîranîna şehîdan rêya me ya têkoşînê ronî bike. Em bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîd ditewînin û soz didin ji bo pergala demokratîk û azad pêk bê, tim di nava xebat û têkoşînê de bin.”

Nasnameya şehîd wiha ye;

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nav û Paşnav: Zozan Kartal

Nasnav: Delîla Cûdî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Abdullah

Dîroka Şehadetê: 13 Hezîran 2024